Li Silopiyayê qezaya trafîkê: 9 mirî, 28 birîndar -NÛ BÛ
Otobusa rêwiyan a diçû Başûrê Kurdistanê li cihekî nêzî Silopiyayê qeza kir. Herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a diçû Başûrê Kurdistanê li cihekî nêzî Silopiyayê qeza kir. Herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes jî birîndar bûn.
Otobuseke fîrma Metro, ku ji Stenbolê diçû bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, li cihekî nêzî navçeya Silopiya ya Şirnexê qeza kir.
Ji be qezayê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 3 jê zarok in û 28 kes birîndar bûn. Tê gotin, rewşa du ji birîndaran giran e. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Cizîr û Silopiyayê.
Li ser nasnameya mirovên jiyana xwe ji dest dane, agahî bi dest neket.