Li Silopiyayê çalakiya sabotajê: Kontrayek hate kuştin

Gerîlayen HPG/YJA Starê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li qereqoleke ku nû hatibû çêkirin çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de kontrayek hate kuştin, gelek leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku 14'ê Nîsanê saet 08:00 li qada Dadarê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê li qereqoleke ku nû hatibû çêkirin çalakiya sabotajê hate kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê çalakiyê de ku li dijî yekîneya dijmin a kete nava qereqolê hate kirin, kontrayek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitên zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."

LI DIJÎ QENDÎL Û XAKURKÊ ÊRIŞÊN HEWAYÎ

HPG'ê têkildarî êrişên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî parve kir:

"14'ê Nîsanê bi şev balafirên artêşa TC a dagirker gundên Koziê û Bêpalan û Tepê Hîwa, Tepê Şêx Nasir û Geliyê Zîne Wertê yên herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Balafirên şer heman rojê nîvro bombe li geliyên Sinînê û Goşînê yên herêma Xakurkê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin."