Li Silopiyayê çalakî: Gelek leşker mirin û birîndar bûn
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, li dijî baregeha leşkerî ya Tirk çalakiyek hate kirin. Di encamê gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, li dijî baregeha leşkerî ya Tirk çalakiyek hate kirin. Di encamê gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn.
Li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li bejahiya Geliyê Nerduşê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, danê vê sibehê bi roketan û çekên giran çalakiyek hate kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk mirine û birîndar bûn. Çavkaniyên Tirk îdîa kirin ku tenê 6 leşkerên wan birîndar bûne.
Termên leşkerên mirî û yên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Cizîr û Şirnexê.
HPG'ê li ser mijarê hê daxuyaniyeke fermî nedaye.