Li Silêmaniyê ji bo yekîtiya netewî komîteyek hate avakirin

Komîteyek ku ji rewşenbîr, aktivîst û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê pêk tê, wê xebatê yekîtiya netewî bi rê ve bibin.

Li Salona Rewşenbîran a li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo avakirina komîteya ku wê xebatên Konferansa Kongreya Netewî bi rê ve bibin, civînek hate kirin.

‘DIVÊ GAVÊN PRATÎKÊ BÊN ZÊDEKIRIN’

Di civîna ku bi dirûşma ‘Ber bi konferansa nîştimanî û nexşerêya çareseriya doza Kurdistanê’ hate kirin daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku ji bo helwestekî hevpar a stratejîk ku di nava hêzên Kurdan de bê avakirin, daxwaza herî mezin e. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku jibo yekîtiya netewî û helwestekî siyasî ya hevpar gelek hewldan hatin kirin lê gavên pratîk kêm mane, ji bo van gavan ti platformek nehatiye avakirin.

Di daxuyaniya piştî  civivînê hate kirin de jî ‘Ji bo Konferansa Netewî ya Kurdistan Komîteya Pêşeng’ hatiye avakirin û wê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî semîneran pêk bîne û wê bi hêzên siyasî re jî civînan li dar bixe.