Li Silêmaniyeyê pirsa "Ka kujerên şehîd Şukrî?" hate kirin

Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê li taxa Çar Çira ya Silêmaniyeyê daxuyaniyek da û xwest ku kujerên Şehîd Şukrî bêne eşkerekirin.

Di 17’ê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Ev 77’ê rojin bi ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) re derbas bûn. Lê hîn jî kujer nehatine girtin. Belgeyên ku dihat gotin wê werin eşkerekirin jî, bi raya giştî re nehatin parvekirin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Cotmeha 2021’an de bi daxuyaniyekê ragihandibû heya kujerên şehîd Şukrî neyên eşkerekirin, ewê her hefte li cihê Şukrî Serhet lê hatî qetilkirin, çalakî lidarbixin. Çalakiya yekem di 17’ê Cotmeha 2021’an de destpê kir.

Îro jî bi dehan malbatên şehîdan, çalakvan û welatiyên Silêmaniyê carek din, li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî qetilkirin kombûn û çalakiyek lidarxistin.

Li cihê bûyerê daxuyaniyek hate xwendin û hate gotin; “Şehîd Şukrî hemû jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê kir xelat. Ev 77’ê rojin bi ser şehîdxistina şehîd Şukrî re derbas dibin, lê heya niha derbarê kujeran de ti agahiyek nehatiye belavkirin. Ev êriş tê wateya ku her kesê ji bo azadiyê têbikoşe, jiyana wan di metirsiyê deye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em ji saziyên ewlekariyê, berpirs û rewşenbîrên herêmê dipirsin, ka kujerên şehîd Şukrî? Ji bo çi hun belgeyan ji bo raya giştî eşkere nakin, ji bo çi xelkê silêmaniyê bêdengin?”

Komîteya Malbatên Şehîdan ragihand ku ewê heya kujerên şehîd Şukrî werin cezakirin, her hefte roja Înê çalakiya xwe dewam bikin.