Li Silêmaniyeyê konferansa aştiyê pêk hat

Partiyên siyasî, komên baweriyan û civatên etnîkî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo pêkanîna aştiyê konfearnsek lidar xistin.

Konferans bi pêşengiya Rêxistina Aştiyê ya Dinyayê li otelekê pêk hat.

Di kombûna "Konferansa Aştiyê" de hate xwestin ku di navbera hêzên siyasî, baweriyan û civatê de aştî bê afirandin. Rêxistinên Demokratîk ên YNK'ê jî piştgirî dan konfearnsê.

Rêveberê Rêxistina Aştiyê ya Dinyayê Dr. Renc Barawî li konferansê axivî û got, "Ji bo aştiya navbera dewletên li herêmê û dewletên cîran em dixwazin Herêma Kurdistanê bikin navenda aştiyê."

Berpirsyarê Rêxistinên Demokratîk ên YNK'ê Berzan Ehmed jî got, "Gelê Kurd dixwaze di çarçoveya qanûnan de mafên xwe bi dest bixin. Lewma lidarxistina vê konferansê gelekî girîng e."

Di konferansê de hate destnîşankirin ku hikumeta herêma Kurdistanê rêxistinên aştiyê hîn girîng bibîne.

Her wiha hate gotin, divê giraniyê bidin ser pîşesaziyê û ji bo kêmkirina rêjeya bêkariyê kar bê kirin.