Li Silêmaniyê Xelata Ahmet Kaya dan Demîrtaş

Di festîvala li Silêmaniyê de ‘Xelata Ahmet Kaya’ dan Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.

Li Silêmaniyê bi beşdariya 176 fîlmên ji 106 welatên cihê, Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê ya 2’emîn dest pê kir.

Festîval di çarçoveya “Çanda bihevrejiyînê” de tê lidarxistin û di festîvalê de atolye, semîner û panel hene. Festîval wê di 7’ê Cotmehê de bi dawî bibe.

Di vê festîvalê de gelek xelat tên belavkirin. Îsal jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş layiqî Xelata Ahmet Kaya hate dîtin.

YILDIRIM XELATA WÎ STEND

Demîrtaş ji ber hewldanên wî yên aştiye û feraseta wî ya siyasetê ya sivîl û demokratîk layiqî vê xelatê hate dîtin. Ji ber ku Demîrtaş di girtîgehê de Parlementerê HDP’ê Nadir Yildirim li ser navê Demîrtaş xelat ji destê Endamê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar wergirt.