Serokê PDK’ê yê Giştî Mesûd Barzanî îro çû Silêmaniyê û li wê derê çû serdana Serokkomarê Iraqê Fûad Mahsûm. Li Mala Alîkarê Sekreterê Yekemîn ê YNK’ê Kosret Resûl Elî civînek hate lidarxistin. Endama Polîtburoyê ya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed û rayedarên YNK’ê beşdarî civînê bûn.
GELEK ÇALAKVAN HATIN BINÇAVKIRIN
Ji ber hatina Barzanî ya li Silêmaniyê li Kolanên Saholaka û Salimê çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Barzanî bi salan e naçe Silêmaniyê û di mehên borî de gotibû ‘Li Silêmaniyê terora fikrî tê jiyîn’. Hêzên Asayîşê mudaxeleyî çalakvanan kir û bi kêmanî 10 kes hatin binçavkirin.
BINÇAVKIRIN Û ASTENGÎ
Kameramanê Rojnewsê Mihemed Welî dema çalakî dişopand hate binçavkirin. Li gelek cihên bajêr nûçegîhanên NRT’ê ya li Başûrê Kurdistanê hatin astengkirin.
MÎTÎNGA BI OTOBUSAN
Ji aliyê din ve dîmenên hemwelatiyan derketin holê. PDK ji bo ku ev kes ji bo beşdarî mîtînga li Silêmaniyê bibin bi otobusan ew ji Duhok û Hewlêrê anîn Silêmaniyê.
Va ye dîmenên girseya ku ji Duhok û Hewlêrê anîne Silêmaniyê.