Li Silêmaniyê ji bo Xerîb piştî konê sersaxiyê meşek girseyî hate kirin

Konê sersaxiyê yê li Mizgefta Ahesûr a li Silêmaniyê ji bo endamê Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê di encam êrîşên hewayî ya dewleta Tirk a li Qendîlê de şehîd bûbû, hatibûn danîn bi meşekê bi dawî bû.

Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb ê 5 Tîrmehê di encama êrîşên hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûbû, li Mizgefta Ahasûr konê sersaxiyê hatibû danîn.

Merasîma sersaxiyê piştî serdanên zêde bi dawî bû. Bi sedan kes ji Mizgeftê ber bi mala Xerîb a li Taxa Bextiyarî ve meşiyan.

Di meşê de bê navber ‘Bimre Xiyanet’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî PKK’ û ‘Bijî Gerîla’ hatin qîrkirin. Girseya gel bi dirûşim û çepikan nerazîbûna xwe ya li dijî hevkar û xiyanekaran nîşandan.

Sersaxî wê roja Pêncşemê jî li mala Xerîb bê qebûlkirin.