Li Silêmaniyê ji bo Roja Mafê Mirovan ya Cihanê daxuyanî

Ji bo Roja Mafê Mirovan a Cîhanê, bi pêşengtiya ofîsa Mafê Mirovan ya li Silêmaniyê, li ber salona Huner heta ber avahiya Mafê Mirovan meşek hate lidarxistin.

Di meşê de dirûşmên ‘Nabe ku tu kes weke noker û kole bixebitînin’ û ‘karkirina zarokên temenê wan ji 18 saliyê kêmtir dijî yasayên Mafê Mirove’ û çendîn dirûşmeyên din hatin berzkirin.

Li ber avahiya ofîsa Mafê Mirov civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û rêveberê ofîsa Mafê Mirov a Silêmanî Sabir Ebdula daxuyaniya ofîsê xwend ku tê de çend daxwaz pêşkêşî aliyên têkildar hatibû kirin.

Ji bo ku yasa serwer be û desthilatdariya dadweriyê jî serbixwe be, divê em hemû li pêşberî yasayê wekhev bin.

Divê bi hewildana hemû aliyan pirsgirêka hilgirtina çekên bê destûr were çareserkirin, divê çek tenê di destê kesên ku yasayan pêktînin û hêzên ku erkê wan parastina aramî û asayîşa welatiyane de be. Ev di demek wisa de ye ku bîlançoya sûckirin, kuştin û xwe kûşitina bi çekên bê destûr zêde dibe.

Divê karkirin li ser bingehê pîvan û rêgezên cîhanî û hevpeymaniya navnetewî ku Iraqê jî îmza kiriye be, nexasim divê peymanên taybet ji bo parastina mafê jinan, zarokan, kesên xwedî pêwîstiyên taybet, kesên bê xwedî, rojnamevan, xwendekar, xebatkarên beşên giştî, penaber, karkerên navxweyî û biyanî û bi giştî hemû çînên civakê li xwe digre, bingeh werin girtin.

Divê yasaya hêjmara 11 ya mafê wergirtina agahiyan ya sala 2013’an ji aliyê wezaret û saziyên fermî yên hikûmetê ve werin bicih anîn.