Li Silêmanî şêwira li dijî bikaranîna çekên kîmyawî

Li bajarê Silêmanî bi hevkariya mamosteyên zanko û lêkolîneran şêwira Fîncancî a bi dirûşma ‘Pêşîgirtina li jenosîd û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî Kurd’ bi tevlîbûna gelek kesayet û rewşenbîran hate kirin.

Şêwir li salona otela Ramada bi tevlîbûna gelek kesayet, lêkolînvan ên di warê jenosîdê de, bi pêşengtiya Şarpress hate kirin.

Li salonê wêneyê Şebnem Korûr Fîncanci hate daliqandin. Fîncanci destnîşan kiribû, ji belgeyên hatibû belavkirin dewleta Tirk çekên kîmyawî bikar aniye. Piştî vê daxuyaniyê Fîncanci hatibû girtin.

Destpêkê Seroka Yekîtiya Doxtorên Tirkiye Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncancî hate nasandin.

Şêwir ji aliyê 3 kesên bi warê jenosîdê ve pispor in ve tê nîqaşkirin.

Mamoste û pispora jenosîdê  Îrad Minûçir San Ehmed di bin sernavê ‘Bandora demdirêj a çekên kîmya li ser jîngeh û mirovan’ nirxandin kir. Bal kişand ser dîrok û bikaranîna gaza xardal a li Başûr û bandora wê ya li ser herêmên tên bikaranîn û got: “Di demdirêjiyê de bandor li ser mirov û xwezayê heye. Ev çek ji bo cîhanê rîsk in. Gazên rondikrêj jî xwedî bandoreke mezin e. Bandor li ekosîstemê dike û xwezayê têk dibe. Ji sedî 2, 9 xelkê Başûrê Kurdistanê ji gaza hardal (mustard gaz) bandor bûye.”

Parêzer û pisporê navnetewî Hejar Kakayî bi navnîşana ‘Bandora madeya kîmyewî li ser ava binerd û bajarê Helepçe’ de nirxandin kir û got: “Gelek sazî hatine avakirin ji bo pêşî li vê bigre û gelek welatan îmze kiriye, lê berjewendî pêşiya vê digire. Dema li başûr çekên kîmyewî hatin bikaranîn, bêdeng bûn. Ev welatên qala mafê mirovan dikin, ne dirust in. Tirkiyeyê li başûr û rojava çekên qedexe bi kar anî, lê ev welat bêdeng in.

Parlementoya başûr heta niha hiqûqek dernexistiye li ber vê bike û qedexe bike. Her wiha Iraqê jî qanûnek dernexistiye çawa li ber vê bibe xwedî helwest. Eger qanûnek hebûya me dikaribû di warê navxweyî û qada navneteweyî de xebat bimeşanda.”

Lêkolînvanê Jenosîdan Aso Emîn jî bi navnîşana 'Sedema dubarebûn û berdewambûna jenasîd û çekên kîmyawî yên li dijî gelê Kurd çine?' nirxandin kir. Bi taybet Emîn bal kişand ser projeyên çareseriyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn.

Şêwir didome.