Li Silêmanî ciwanekî din di xwepêşandanan de hate kuştin

Li navçeya Erbetê ya Silêmanî ya li Başûrê Kurdistanê di dema xwepêşandanên protestoyê de ciwanekî din hate kuştin. Di sê rojên dawîn de hejmara kesên hatine kuştin bû 8.

Berêvarî li Helepçe û navçeya Erbetê ya Silêmanî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.

Li gorî nûçeya RojNewsê li Erbetê di çalakiya protestoyê de hêzên ewlekariyê fîşek li çalakgeran reşand û ciwanek kuşt.  Hate diyarkirin di çalakiyê de 3 kes jî birîndar bûn.

ÇALAKIYÊN BÊDESTÛR HATIN QEDEXEKIRIN

Konseya Ewlekariya Bilind a Silêmanî diyar kir ku êdî wê xwepêşandanên bêdestûr were qedexekirin û kesên xisarê bidin milkên dewletê wê werin girtin.

Li herêma Silêmanî di nava rojê de li gelek bajaran çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. Li Ranya, Qeladiz, Dukan, Çemçemal, Pîremegrûn û Derbendîxanê gel daket kolanan.

Vê Çarşemê hejmara kesên di çalakiyan de mirin bû dudu. Di nava rojê de li bajarê Dukanê yê Silêmaniyê jî kesekî bi navê Hemze yê 50-60 salî ji aliyên hêzên ewlekariyê bi daran hate kuştin.

Di rojên Duşem û Sêşemê de jî zarokekî 12 salî hate kuştin. Roja Sêşemê li 6 bajarok û navçeyên Silêmanî çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin.