Li Silêmanî 3 terorîst hatin destgîrkirin

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihan ku wan li bajarê Silêmaniyê bi alîkariya asayîşa bajêr 3 terorîst destgîrkirine.

Wezareta Parastinê ya Iraqê daxuyaniyek da û got: “Di encama hemahengî ya di navbera rêveberiya îstîxbarata Iraqê û Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê de bi operasyonekî hevbeş ve 3 kesên ku hatibûn vexwendin bi madeya 4 a terorê li bajarê Silêmanî hatin destgîrkirin.”

Wezareta Parastinê ya Iraqê wiha domand: “Yên hatibûn vexwendin wer dizanîn ku ji çavê dezgehên ewlekariyê dûr in, lê hemahengiya hevbeş bûne sedem ku wan tawanbaran bidîn dadgehê û ceza xwe bikêşinînin.”

Duh Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqqê Yehya Resûl gotibû: “Di pêvajoya gerîna li pey kesên hatibûn vexwendin û endamên DAÎŞ’ê bûn de du kes li Helebce hatin destgîrkirin, ew du kes tevlî çend sûcan bûne.”