‘Li Sîdekanê gelek leşkerên Tirk hatine bicihkirin’

Rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî diyar kir ku artêşa Tirk ji duh ve bi helîkopteran sewqiyata leşkerî dike.

Dewleta Tirk duh şev bi helîkopteran leşker sewqî bajaroka Sîdekanê ya navçeya Soranê ya bi ser Hewlêrê kir. Artêşa Tirk bi sewqiyata leşkerî 10 kîlometreyên axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir kir.

‘BI HELÎKOPTERAN GELEK LEŞKER HATIN BICIHKIRIN’

Li gorî nûçeya Rojnewsê rêveberê bajaroka Sîdekanê Îhsan Çelebî têkildarî hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk gelek agahiyên girîng da.

Çelebî diyar kir ku dewleta Tirk bi topan êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike û got, “Bi rojan e di navbera gerîlayên PKK’ê û dewleta Tirk de şer heye. 3 rojan balefirên şer ên Tirk qada Bermîze bomberdûman kir. Dewleta Tirk duh şev jî bi helîkopteran leşker sewqî Geliyê Reş û Bermîzê kir.”

Çelebî bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk duh top avêtiye herêma Sîdekanê û got, “Li gorî agahiyên ku me ji gundiyan wergirtiye, vê sewqiyata leşkerî hê neketiye nav tevgerê.”

Çelebî herî dawîn jî got ku, “Sewqiyata leşkerî ya Tirk wê li herêmê aloziyê derxe. Me vê sewqiyata leşkerî ji rayedarên ser xwe re ragihand.”