Li Seyîdsadiq teqînek pêk hat

Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmanî bombeyeke berê hatibû çandin bi Hêzên Asayîşê ve teqiya.

Piştî nîvro li gundê Kanî Spêleke ya ser bi navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê ala DAÎŞ’ê bi awayekî bilindkirî tê dîtin, li ser vê hêzên ewlekariyê berê xwe didin herêmê. Dema hêzên ewlehiyê dixwazin ala DAÎŞ’ê rabikin bombeyek berê hatibû çandin teqiya.

Li gorî agahiyên ewilê di teqînê de 2 endamên asayîşê birîndar bûn.

Şêwazekî wiha ya êrîşê li herêmê nû ye, li herêmê hêzên asayîşê dest bi lêkolînê kiriye.