Li Sêrt û Colemêrgê çalakiyên gerîla
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê encamên çalakiyên Sêrtê û Colemêrgê yên di nav çarçoweya ‘’Pêngava Şoreşger’’ ragihand.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê encamên çalakiyên Sêrtê û Colemêrgê yên di nav çarçoweya ‘’Pêngava Şoreşger’’ ragihand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de derbarê encamên rêze çalakiyan ev agahî dan:
COLEMERG
Di nav çarçoweya ‘Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş’ de hêzên me li Çelê ya Colemergê gelek caran bi ser artêşa TC’ê ya dagirker de girtine.
15’ê Hezîranê saet 17.00’an hêzên me bi ser girê Havan a Çelê de girtine, û bi karîgerî li kozên leşkerên dijmin xistiye. Zelal nebûye bê ka di vê çalakiyê de çend ji leşker hatine kuştin û birîndar bûne.
16’ê Hezîranê saet 08.30 - 10.30’an hêzên me bi ser qereqola Girê ya Çelê û mewziyên wan de girtine, ji nêz ve bi karîgerî derb li dijmin hatiye xistin. Hêzên me baş tespît nekirine bê ka di vê çalakiyê de çeng leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne.
17’ê Hezîranê saet 07.30’an hêzên me bi ser yekîneyeke dijmin de ku li girê Şehîd Mezlûm ê Çelê di tevgerê de bûn, çalakiyek pêk anîne. Di çalakiyê de hatiye dîtin ku 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan qad bombe kiriye.
SÊRT
Operasyona ku artêşa TC’ê ya dagirker 12’ê Hezîranê li qada Herekolê ya Sêrtê dayî destpêkirin didome. Yekîneyên dijmin bi balafirên şer û helîkoptêran qadê bombe dike û li hin cihan bicih bûye.
14’ê Hezîranê saet 15.00’an hêzên me yekîneyeke operasyonê dixe jêr kontrola xwe û li mintiqeya Deriyê Bêmerîşkê ji nêz ve li leşkerên dijmin direşîne. Di vê çalakiyê de hatiye dîtin ku 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê helîkoptêrên bi tîpa skorskyê yên artêşa TC’ê ya dagiker leşkerên ku hatine kuştin ji qadên birine.
Heman rojê hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin a li girê Şehîd Berxwedana çalakiyek pêk anîne, di vê çalakiyê de hatiye dîtin ku leşkerekî dijmin hatiye kuştin.
AMED-ÇEWLIK
17’ê Hezîranê helîkoptêrên kobra ên êrîşê yên artêşa TC’ê ya dagirker Hêgaderê ya Dara Hênê ya Çewlikê û qada Şehîd Kalander a Licê ya Amedê bombe kirine.