Li Sêrtê gundek hate dorpêçkirin

Li gundê Bêlekê yê Misircê yê Sêrtê leşkeran bi ser gund de girtin û gundî binçav kirin. Her wiha li Êlih navendê jî ji 20 kesan zêdetir ên ji gundê Bêlekê hatin binçavkirin.

Berê vê sibehê leşkeran bi ser gundê Bêlekê yê Misircê yê Sêrtê de girtin. Di operasyonê de gelek kes hatin binçavkirin.

Bi navê ‘têkoşîna dijî terorê’ hemû gundiyên li gund dijîn hatin binçavkirin. Nayê zanîn kesên binçavkirî birin kûderê û çend kes in. Her wiha bi ser malên wan kesan de jî girtin ku salên 90’î ji vî gundî koçî Êlihê kiribûn.

Di operasyonê de ku bi ser taxa Cûdî de girtin 20 gundiyên ji gundê Bêlekê hatin binçavkirin.

Tê gotin kesên ku li Sêrtê û Êlihê hatine binçavkirin ji 40 kesî zêdetirin.