Li Sêrtê dijî tecrîdê meşiyan

Li Sêrtê li ser rênedayîna çalakiya di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de ye, meşek hate kirin.

Rê nehate dayîn çalakiya bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) a di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de ye ku dihate xwestin li Qada Newrozê ya Taxa Bariş a Sêrtê bê lidarxistin. Li ser vê girse li pêşiya avahiya HDP’ê ya Sêrtê kom bûn.

Dı meşê de dowîzên bi nivîsên ‘Tecrîd nayê qebûlkirin’ û ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’ hatin hildan.

Di meşê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Habîb Eksîk, Huseyîn Kaçmaz û Siddik Taş Hevşaredara Êlihê ku li şûna wê qeyûm hate dayîn Songul Kokmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistina HDP’ê ya Êlih û endamê TJA’ê û gelek kes cihê xwe girtin. Li dijî polîsên ku rê nedan ku daxuyanî bê dayîn girseyê dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Bi berxwedanê Em ê Biserbikevin’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ qîr kirin.

Girseya ku astengiyên polîsan protesto kirin, li ser Rêya Aydinlaran dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ qîrkirin.

Esnaf, welatiyên derdor jî bi çepik, tilîlî û nîşaneya serketinê destek dan meşvanan.