Li Serêkaniyê pezê gundiyan hate desteserkirin

Li Serêkaniyê, kesê ku pezên xwe li çêrgehek nêzî zeviyên TÎGEM'ê diçêran tevî mihiyên xwe ji aliyê jendermeyan ve hate destgîrkirin.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, kesekî li çêrgeheke nêzî qada çandiniyê ya Midûriyeta Giştî ya Karên Çandiniyê (TÎGEM) pezê xwe çêrand. Lê belê jendermeyên li ber TÎGEM'ê bûn dest danîn ser pez. Kesê ku mihiyên wî bi hinceta çêrandina li nêzî zeviyên TÎGEM'ê hate desteserkirin, bi telefona xwe dîmenê vê yekê kişand.

Dîmen li ser medya dîjîtal hate weşandin û di dîmenan de xuya dike ku ewlekarên TÎGEM'ê pez desteser dikin û kesek jî hewl dide pêşî li vê desteserkirinê bigire, lê belê jenderme nahêlin. Balkêş e ku jenderme ji gundiyekî ku dîmenê bûyerê dikişîne dibêje 'Tu sûc dike'.

Wezîfedarên TÎGEM'ê gelek caran bi heman hincetê dest datînin ser pezê gundiyan wan tî û birçî dihêlin û bi îdîaya 'mesrefa lê nihêrînê' jî pereyan ji xwediyê pez dixwazin.