Li Serêkaniyê fîşek li serê zarokekî ket

Ji Serêkaniyê ya binxetê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, hate ragihandin ku fîşekek hatiye berdan û li Serêkaniyê ya Rihayê li serê zarokekî 3 salî ket. Zarok bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin, fîşeka ku ji Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê hate berdan, ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dagirkirin, li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê li serê zarokê bi navê T.D. ket.

Li gorî agahiyan, êvara Sêşemê li taxa Bahçelîevlerê fîşek li serê zarokê 3 salî ketiye.

Zarokê 3 salî dema ku li nava nivînan radiza fîşek li serî ket û bi giranî birîndar bû. T.D. rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û piştre jî sewqî nexweşxaneyeke taybet a li navenda bajarê Rihayê hate kirin. Tê gotin ku xeteriya li ser jiyana T.D. hîn dewam dike.

Li heman taxê H.Ç. ê 11 salî jî beriya 76 rojan bi heman rengî bi giranî birîndar bûbû. H.Ç. hîn jî li nexweşxaneyê ye û hewl dide xwe li jiyanê bigire.