Li Serdeştê kolberekî din hate kuştin

Di kemîna hêzên rejîma Îranê de ku li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê danîn, kolberê bi navê Şoreş Omerî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya qenala Telegramê ya Kolbernewsê, duh bi şev li nêzî gundê Bêtûşê yê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, komek ji kolber û kesibkar ketin kemîna hêzên rejîma Îranê.

Ji ber êrîşa hêzên rejîmê û şeva reş, kolberê bi navê Şoreş Omerî yê ji Mahabadê ji zinêr wer bû û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Wekî din, hat ragihandin ku 6 hespên kesibkaran jî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin. Şahidan gotin, hêzên rejîmê destpêkê hesp zevt kirine û piştre gule li wan reşandine.