Li Serdeştê kolberek din hat kuştin
Hat ragihandin ku duh bi şev li ser sînorê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Hat ragihandin ku duh bi şev li ser sînorê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Li gorî agahiyên Kolbernews’ê weşandî şeva duh li sînorê Gakê ya girêdayî navçeya Alan a Serdeştê komek kolber bûne armanca guleyên hêzên rejîma Îranê û di encamê de kolberekê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî heman agahiyan navê kolberê jiyana xwe ji dest dayî, Jiyan Elîpûr e ku ji gundê Bêjwê yê Serdeştê ye. Cenazeyê Jiyan Elîpûr li tiba edlî ya bajarê Serdeştê tê ragirtin.