Li Serdeştê kolberek birîndar bû

Li ser sînorê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên Îranê li ser komek kolberan de kolberek bi giranî birîndar bû.

Welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber nebûna derfetên kar û buhabûna bazarê yên ji ber siyasetên rejîma Îranê neçar tên hiştin ku kolberî û kasibkariyê bikin. Tevî vê yekê jî hema bêje hemû rojê kolber û kasibkar dibin armancê êrişên hêzên rejîma Îranê û salane bi sedan kolber û kasibkar tên qetilkirin û birîndar dibin.

Îro li herêma Dolebî ya girêdayî Serdeştê hêzên dewleta Îranê gule li komek kolberan direşînin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Yeqûb Gilîne yên ji gundê Gilîne ya girêdayî bajarê Serdeştê ji pişt û newqa xwe bi giranî birîndar dibe.

Hat zanîn ku ji bo dermankirinê Gilîne rakirine nexweşxaneya bajarê Qeladizê yê Başûrê Kurdistanê.