Li ser taxa Cûdî ya Cizîrê biryara 'veguherîna bajêr' hat dayîn
Dewleta Tirk li ser taxa Cûdî ya Cizîrê, ku bi erdê re kir ye, biryara 'veguherîna bajêr' da. Cizîriyên ku bi rêya afîşên li bîlboardan bi vê projeyê hesiyan, nerazî ne.
Dewleta Tirk li ser taxa Cûdî ya Cizîrê, ku bi erdê re kir ye, biryara 'veguherîna bajêr' da. Cizîriyên ku bi rêya afîşên li bîlboardan bi vê projeyê hesiyan, nerazî ne.
"Karê înşaetê dest pê dike. Yên xwedî maf dibin xwedî mal". Ev gotin bi tîpên mezin li bîlboardên li kolana herî qelebalix a Cizîrê hatiye nivîsandin. Ev afîş di heman demê de nîşaneya mexdûriyeteke mezin e. Bajarê ku bi mehan hat şewitandin, xerakirin û hewl hat dayîn bê valakirin, vê carê wê bi projeya 'veguherîna bajêr' hewl bê dayîn ev yek bê kirin.
Haya kesî ji projeya Veguherîna Bajêr a Qonaxa 1. a Cizîrê (Taxa Cûdî) nîne, ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dimeşîne. Kes nizane bê ev proje çi ye. Agahî ji keyayên taxê re jî nehatiye dayîn. Li gorî agahiyan, mirovên ku tapûya wan heye jî wê li gorî mulkiyetê berdêlê bide û mirovên ku tapûya xwe ya 20 salan heye jî, dibe ku bê nîşandan ku li cihekî bêdestûr jiya ne.
Taxa Cûdî wargeha wan malbatan e, ku di salên 90'î de gundên wan bi zorê hatin valakirin û ji neçarî koçî bajêr kirin. Di vê projeyê de wê mijara kirîn û firotina xanî wê li gorî şert û mercên heyî yên bazarê bê kirin û bi vî rengî wê mirovên xwedî maf, bixin bin deynên salên dirêj.
Der barê projeyê de agahî ji kesî re nayê dayîn. Di malpera Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê de jî qala vê projeyê nayê kirin. Gelê Cizîrê bi erênî nêzî vê projeyê nabe, ku wê wan careke din mexdûr bike.
Pereyê ku diviyabû ji bo avahiyên ji ber şerê par zerar dîtin bihatina dayîn, hê nehatine dayîn. Di heman demê de xisara rasteqîn nehat tespîtkirin û Cizîriyan li dijî vê yekê serî li dadgehê dan.
Li ser projeya 'Veguherîna Bajêr', ku gelê Cizîrê jê nerazî ye, bi dehan pirs hene. Cizîriyên naxwazin ji taxên xwe derkevin, dixwazin bi derfetên xwe li ser erdê xwe xanî çêbikin.
'EZ NAXWAZIM ERDÊ XWE BIDIM'
Kesê bi navê A.O. ê li taxa Cûdî dimîne, da xuyakirin ku ew naxwaze erdê xwe ji bo veguherîna bajêr bide û got, "Rewşeke ne diyar heye. Dema em erdê xwe bidin wê avahiyekê lê çêbikin û daîreyekê ji vê avahiyê bidin me. Gelo ev ne neheqî ye? Hin kes hewl dide li vê derê rantê bi dest bixe. Ji bo xwediyê xaniyên weke 'xisara giran lê bûye' hatiye tespîtirin, qurişek nehatiye dayîn." A.O. destnîşan kir, ku dewlet ji bo wan hewcedarî xwe bike, çi jê tê dike.
'EM Ê CIZÎRÊ JI WAN RE NEHÊLIN'
Ahmet Tokgoz jî da xuyakirin, ku wan berî salekê serlêdan kirin, lê hê jî ji bo tespîtkirina xisarê tiştek nehatiye kirin. Ji bo mirovên li vê taxê yên xisareke mezin li xaniyên wan bûne û di kirê de ne, piştgirî nehatiye dayîn. Niha jî dibêjin wê TOKÎ bike. Em naxwazin xaniyên xwe bidin dewletê; eger dest lê wernede, em ê xaniyên xwe bi xwe bikin. Keya bi xwe jî nizane wê çi bibe."
Tokgoz diyar kir, weke şêniyên taxê wan serî li dadgehê dane û got, "Em ê Cizîrê ji wan re nehêlin. Em ê mafê xwe ji wan re nehêlin."