Li ser şopa şoreşê berê xwe da çiyayên sor: Sarah Handelmann

Sarah Handelmann yanî Sara Dorşîn, di 7'ê Nîsana 2019'an de di êrişa hewayî ya artêşa AKP'ê de ala azadî û edaletê radestî hevrêyên xwe kir.

Ew şopa jinekê bû ku di rojên ji êgir de li Elmanyayê çavên xwe li jiyanê vekir û meşiya. Bû gotinên dawî yên bi sedan jinî û Clara Zetkîn gihand Kurdistanê. Sarah Handelmann, yanî bi navê xwe yê li nava PKK'ê Sara Dorşîn.

Sara Dorşîn di 7'ê Nîsana 2019'an de ji be êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li çiyayên Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Sara Dorşîn bû gerîlayeke artêşa YJA Starê û li çiya tevgeriya. Çavên wê yên biçûk veguherî gloka ronahiyê, paqijiya dilê wê veguherî jineke şervan û xurt. Hemû rengên yekperest ên Elmanyayê red kir û berê xwe da rengên jiyanê hemûyan. Rengê xwe dît û diyarî PKK'ê kir.

Sarah Handelmann yanî Sara Dorşîn, di sala 1985'an de li Elmanyayê ji dayik bû. Da ser şopa berxwedanê ya jinan û rêgeha xwe dît, jinên Kurdistanê nas kir. Rojava ya ku şoreş pêk anî dît û li şûna ku guh, çavên xwe bigire heta dawiyê tevlî şoreşê bû. Cihê xwe li cem gelê leheng ê Rojava girt û berxwedan parve kir. Baweriya xwe ya bi afirandina jiyaneke nû ya gelan mezin kir û di 30'ê Hezîrana 2017'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

BÛ GERÎLAYA GELÊN JI MIRINÊ AFIRÎN

Sara Dorşîn da ser şopa şoreşekê û xwe gihand sorbûna çiyê. Bi rûyê xwe yê li ken di sohbetekê de bi Kurdî digot, 'Ji bo afirandina kesayeteke nû min xwest bêm çiyê. Ji ber ku têkoşîna jinê gelekî bandor li min kiribû. Bi taybetî îdeolojiya Rêber Apo, alternatîfa jiyana nû bandoreke zêde li min kirin. Ez çûm Rojava, lê têrê nedikir. Îdeolojiya Rêber Apo xwedî wê hêzê bû ku dikarîbû ji pirsgirêkên li welatê min yanî ji yên civaka Elmanyayê re bibe alternatîf. Ev yek jî tenê bi çekê dibû, ji ber ku sîstemê çareyeke din nedihişt. Ev ji vê îdeolojiyê û jinan bawer dikim."

Sara Dorşîn di 7'ê Nîsana 2019'an de di êrişeke hewayî ya artêşa AKP'ê de ala azadî û edaletê radestî hevrêyên xwe kir. Ala PKK'ê ku ji rengê serhildêriyê hemûyan pêk tê, ne tenê di destê gerîla de ma. Li dinyayê belav bû. Sarayek kete hembêza xakê, bi hezaran Sara ji dayik bûn.