Li ser sînorê Girê Spî tevgera artêşa Tirk

Artêşa Tirk li ser sînorê Girê Spî sewqîyata wesayîtên leşkerî û leşkerên xwe zêde kir.

Li ser sînorê Girê Spî artêşa Tirk a dagirker tevgerên xwe yên leşkerî zêde kir.

Artêşa Tirk wesayîtên xwe yên leşkerî yên mezin li navçeya Akçakale ya Rihayê bi cih kir. Li rojavayê Girê Spî li gundên Bexdik, Selîb, Qeran û Til Fenderê û li ser sînorê rojhilatê wê Mişrife El Ezo û navçeya Silûkê jî sewqîyata xwe zêde kir.

KAMP VALA KIR, ÇEKÊ GIRAN BI CIH KIR

Hate hînbûn ku artêşa Tirk kampa penaberan a li hemberî Girê Spî jî vala kiriye û çekên giran li wê derê bi cih kiriye.