Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê sewqiyata leşkerî zêde dibe
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Başûrê Kurdistanê leşkeran zêde dike.
Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Başûrê Kurdistanê leşkeran zêde dike.
Artêşa Tirk a dagirker ji navçeya Şemzînan a Colemêrêg leşker sewqî sînorê Başûrê Kurdistanê dike.
Konvoya ji 15 wesayîtan pêk tê ku ji aliyê navçeya Gever a Colemêrgê ve li navenda Şemezînanê re derbas bû, ber bi bajarokê Rûbarok ê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ve kete rê.
Hat ragihandin ku konvoya leşkerî ji bo alîkarî bidin yekîneyên li ser sînor hatine şandin.