Li ser sînor dîsa erd hejiya
Di navbera sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bi pileya 5,8 erd hejiya.
Di navbera sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de bi pileya 5,8 erd hejiya.
Li gorî Rasatxaneya Kandîllîyê saet di 19.00’an de bi pileya 5,8 erd hejiyaye.
Di nava rojê de jî bi pileya 5,9 erd hejiyabû û 10 kes miribûn, bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Tê diyarkirin ku bi hezaran heywan jî di bin xirbeyan de mane.
Di 24’ê Çileyê de li Xarpêtê bi pileya 6,8 erd hejiyabû û 41 kes miribûn.