Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, gerîlayên HPG'ê şeva 22'ê Tebaxê saet di 00:00 de li bejahiya gundê Şemaşê kemîn danîn pêşiya konvoya leşkerî ya ji Geverê diçû Colemêrgê. Gerîlayên HPG'ê ji cihekî nêz derb li konvoyê xistin.
Di vê çalakiyê de 2 wesayitên zirxî hatin rûxandin û li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, herî kêm 20 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk, piştî vê çalakiya gerîla rêya navbera Gever û Colemêrgê roja 23'ê Tebaxê li trafîkê girt û gule û bombe li derdorê reşand.
Artêşa Tirk, nîvê şevê bi 3 helîkopterên Skorsky û 7 ambûlansan mirî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.
Wekî din, balafirên şer ên Tirk duh êvarê saet di 19:30 de bombe li herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Liv û tevgera balafirên şer li herêmê dewam dike.