Li ser rêya Çelê-Colemêrg 3 wesayitên zirxî hatin rûxandin

Hêzên gerîla, di êvara 19'ê Hezîranê de konvoyeke leşkerî ya ji Çelê diçû Colemêrgê xistibûn kemînê û li konvoyê dabûn. Encamên wê diyar bûn.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di kemînê de 3 wesayitên zirxî yên bi tîpa kirpî yên artêşa Tirk hatine rûxandin û zêdeyî 20 leşker hatine kuştin.

Hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, ku ji navçeya Çelê ya Colemêrgê dikeve herêma Zapê, bi çalakiyên gerîla tên şikandin. Leşkerên Tirk ên ku li herêma Zapê derb ji gerîla xwarin û neçar man vekişin, êvara 19'ê Hezîranê ketin kemîna gerîla.

Nûçegihanê ANF'ê Rêger Azad ê li herêmê şer dişopîne, li ser çalakiyê ev agahî bi dest xist:

Leşkerên Tirk ên neçar man xwe ji xeta sînor vekişînin, êvara 19'ê Hezîranê li ser rêya Çelê-Colemêrgê ketin kemîna gerîla. Hêzên gerîla bi B-7 û çekên otomatîk li leşkerên Tirk dan. Di şer de du wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin rûxandin.

Piştî vê kemîna gerîla, beşek ji wesayitên leşkerî yên di konvoyê de neçar man vegerin Çelê. Lê belê wesayitên din ên ber bi Colemêrgê ve diçûn, li herêma Qasrikê careke din ketin kemîna gerîla. Li vir jî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate rûxandin.

Di dema kemînê de, di navbera yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk ên xwe li herêmê veşartibûn û gerîla de şer derket.

Di şer de, artêşa Tirk hawan avêt herêma Katoba.

Piştî kemînên gerîla, artêşa Tirk rêya Çelê-Colemêrgê li trafîkê girt û mirî û birîndarên xwe bi wesayitên leşkerî rakir.

Di şer de bi giştî 20 leşker hatin kuştin û 3 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin rûxandin.