Li ser hevşaredarên Armûşê îdîaname
Di îdîanameyê de ya li ser Hevşaredarên Armûşê ku ji peywirê hatin standin û piştre hatin girtin, parvekirinên li ser medyaya civakî û îfadeyên 'şahidê veşartî' hebûn.
Di îdîanameyê de ya li ser Hevşaredarên Armûşê ku ji peywirê hatin standin û piştre hatin girtin, parvekirinên li ser medyaya civakî û îfadeyên 'şahidê veşartî' hebûn.
Derbarê hevşaredarên Rêya Armûşê Azîm Yacan û Şehsade Kurt bi hêncetên parvekirinên medyaya civakî, îfadeyên şahidê veşartî, nûçeyên malperên herêmî û îxbarên hatine kirin îddîaname hate amadekirin.
Îddîanameya derbarê Hevşaredarên Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan û Şehsade Kurt de, ku 11’ê mijdarê hatin girtin û qeyûm anîbûn şûn wan, temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê”, “Propaganda rêxistinê” û “Li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanan kirine” doz li wan vekir. Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê îdîaname qebûl kir. Danişîna Yacan û Kurt wê d10’ê sibata 2020’an li Dadgeha Wanê bê dîtin.
Dozger di îdîanameyê de parvekirinên medya civakî, îfadeyên şahidê veşartî, nûçeyên malperên herêmî û îxbarên hatine kirin sûc dîtiye û hevşaredaran ji ber van angaştan tewanbar dike.