BI DÎMEN

'Li ser dijminatiya bi PKK’ê re têkiliyên bi AKP’ê re nayên qebûlkirin’

Hiqûqnasê ji Başûrê Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe têkildarî serdana Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê hişyariyên girîng dan.

Hiqûqnasê ji Başûrê Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe diyar kir ku divê ti Kurd destekê nede hevalbendiya AKP-MHP’ê û got siyaseta berjewendiyê ya Mesûd Barzanî ya ku di ser Bakurê Kurdistanê re dike, nayê qebûlkirin.

Xelîfe derbarê Serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyê û têkiliya wê ya bi referandûmê re ji ANF’ê re axivî û got, "Hevalbendiya AKP-MHP’ê dibêje ku li Afrîkayê jî be çi tiştekî têkildarî Kurdan hebe ew ê tasfiye bikin. Naxwe bi ti rengî nayê qebûlkirin ku Kurdek destekê bide vê tifaqê."

Bersivên Xelîfe yên ji bo pirsên me dane, wiha ne:

Divê Kurd hevalbendiya AKP-MHP’ê çawa binirxînin?

Dema ku mirov li hevsengên ku li herêmê diyar bûne dinere, xuya dike ku ti dewlet ne alîgirê berjewendiya Kurdan e. Di serê van dewletan de jî dewleta Tirk û AKP-MHP’ê hene. Ev du partî bi temamî pozîsyona xwe li ser dijminatiya Kurdan diyar kirine. MHP tenê ji bo vê sedemê bi AKP’ê re hevalbendî daniye. Jixwe ji bo ku AKP bi temamî xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye MHP’ê ev hevalbendî qebûl kir. Ji bo vê jî Kurd divê li dijî vê pir hişyar bin. MHP û AKP bi hişkereyî dijminatiya Kurdan dikin.

Mesûd Barzanî diçe Tirkiyê. Hin kes vê serdanê weke desteka ji bo AKP’ê ya di referandûmê de şîrove dikin. Tu çi dibêjî?

AKP û MHP dijminê hemû tiştê Kurdan in. Helbet a girîng ew ku li dijî vê em ê çi bikin. Niha Erdogan li Bakurê Kurdistanê dixwaze hin Kurdan bi aliyê xwe ve bikişîne. Lê tê fêhmkirin ku li Başûrê Kurdistanê hin alî dixwazin Kurd li Bakurê Kurdistanê di referandûmê de dengê erê bidin. Lê dîrokê nîşanî me daye ku ev dijmin xizmetê berjewendiya Kurdan nakin.

Tekana berjewendiya Kurdan ew e ku bi hev re tevbigerin. Ji bilî vê bi ti hêzê re divê nekevin heman eniyê. Niha ev ji bo her kesî wiha ye, ji bo Kurdan jî bêhtir ev wiha ye. Divê mirov bipirse; li gel ku Erdogan û MHP dibêjin, ‘Li Efrîkayê jî dewleteke Kurd hebe em ê biçin wê birûxînin’’ çawa dibe ku hin Kurd di referandûmê de destekê bidine van. Çawa mirov dikare bixwaze ku Kurdê Bakur destekê bidine wan? Di navbera Kurdên Başûr, Bakur an jî Rojava de çi cihêtî heye? Divê hemû Kurd zanibin ku ew nabin dostên Kurdan. Jê wêdetir divê mirov qebûl bike ku di rewşa berdest de ti kesek dostê Kurdan nîn e. Li şûna ku mirov bi wan re hevkariyê bike, divê Kurd yekîtiyê di navbera xwe de ava bikin.

Lê têkilyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê bi taybetî jî bi PDK’ê re pir hene. Ev ziyanê nade têkoşîna Kurdan a bakur?

Kurd dema ku têkoşîna azadiyê didin bi teqezî divê li hevsengên herêmê baldar bin. Hewce be bila têkiliyên cuda jî werin danîn, lê divê ne bi wî rengî be ku berjewendiya parçeyekî dijberê berjewendiya parçeyekî dî were danîn. Lê divê ev baş were zanîn, eger berjewendiya Tirkan di vê nezîkbûnê de nebûya teqez e ku wê ev têkilî nedatîna.

Mesûd Barzanî jî niha bi zora xwe serokê herêmê ye, an jî serokê PDK’ê ye. Dikarin biçe Îranê, Iraqê yan jî dewleteke dî. Lêh eke vê têkiliyê li ser dijberiya parçeyekî dî ava dike ev nayê qebûlkirin. Binerin niha AKP-MHP-Erdogan tifaqa xwe danîne. Ev tifaq di berjwendiya Kurdan de ye? Na. Naxwe têkiliyên ku bi van re were danîn jî ne di berjwendiya Kurdan de ye.

Erdogan li hêlekê li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û li hêla dî bi Başûrê Kurdistanê re 'têkiliyên baş' datîne. Ev çiye?

Niha em Bakur, Başûr an jî Rojava û Rojhilat dibêjin. Lê ev der hemû Kurdistan e û heqê hemû Kurdan heye ku li van deran têbikoşin. Têkoşîna dijî dagirkeran heqê her kesî ye. Wekî dî mirov nikare tiştekî dî bibêje. Pirsa Kurd dawiyê yek e. Ev ji bo hemû parçeyan wiha ye.

Eger hûn li ser dijminatiya bi PKK’ê re, bi Tirkiyê re têkiliyan datînin ev nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk ji roja ku hatiye damezirandin û hetanî niha tim dijminatiyê li Kurdan dike. Hûn nikarin bibêjin, ‘’têkiliyên ekonomîk, ji bo berjewendiyan an jî nîqaşên serxwebûnê hene û ji bo vê jî ez têkiliyên xwe datînim.’’ Dewleta Tirk li wê asê bûye ku çi tiştê têkildarî Kurdan hebe dixwaze tasfîye bike. Başûr çima bêdeng e? Ji ber ku berjewendiya vê di vir de heye. Ji bo vê jî bêdeng e. Dîsa li dijî têkoşîna azadiya ya Bakur an jî devereke dî bi kar tînin ji bo vê bêdeng in. Ev nayê qebûlkirin. Kurd li kûderê tiştekî bi dest dixin dikûmişin ser wir.

Erdogan li herêmê hevalbendiya dij-Kurd ava dike. Di encama vê de jî êrîşê dibe her deverê. Êrîşên li ser Qendîlê di rojevê de ne. Li gorî te, di rewşeke wiha de Kurdên başûr wê çawa helwest nîşan bidin?

Erdogan bi Rûsan re, bi Israîlêre li ser dijminatiya Kurdan tifaqê datîne. Bi Îranê re li gel ku serê eniyê sinnî û şiî dikişînin jî li ser dijminatiya Kurdan tifaqê datînin. Li gel van hemû tiştan mirov bibêje Erdogan ne dijminê berjewendiyên Kurdan e, wê demê mirov xwe dixapîne.

Lê biya min hemû Kurdan rûyê rast ê Erdogan dîtin. Ji bo vê jî ku sibe hewldaneke operasyonê ya bi ser Qendîlê de çêbibe hemû Kurd çawa ku wê vê qebûl nekin, Kurdên Başûr jî wê li dijî vê rawestin.

Em dîsa werin ser mijara referandûmê,  sîstema serektiyê ya ku Erdogan dixwaze bîne û bandora vê ya li Kurdan wê çawa be?

Weke hiqûqnasekî wiha bibêjim; niha hin sîstema parlamenteriyê, hin ya serektiyê hin jî sîstemeke têkelî van pêk tînin. Kîjan dewlet wê kîjanê hilbijêrê ew mijareke dî ye. Lê Erdogan çima sîstemek wiha dixwaze ev rewşeke taybet e. Mînak li Emrîka sîstema serektiyê heye. Lê yê wir serek e. Saziyên ku hewce kir bibêjine serek bisekine, hen. Lê sîstema li DYE’yê dibe ku ji bo Fransayê ne derbasdar be.

Eger îro Trûmp bi serê xwe be wê gelek tiştan bike. Lê hin sazî hene ku ji Trûmp re dibêjin raweste, hin sazî kontrol dikin, ji bo vê jî destûrê nadin.

Ev sîstem ji sîstema ku Erdogan dixwaze bîne cudatir e. Erdogan dixwaze her tiştî bixe bin kontrola xwe. Dixwaze her tiştî li gor dilê xwe bike. Li xwecih siyaset qedandiye. Leşkerî, ekonomî hemû kiriye kontrola xwe. Ji bo vê jî, ji bo ku dîktatoriya xwe ragihîne vê sîstemê dixwaze. Helbet ev ê ji bo Kurdan ne baş be. Dikare bi her rengî Rewşa Awarte ragihîne, li bajarên Kurd her tiştî li gorî dilê xwe bike. Ji bo vê jî divê pêşiya vê were girtin.