Li ser buhayê 'bikaranîna xwe' bi hev ketin

Kesên ku bi 10 hezar lîreyî ji aliyê MÎT û Emniyetê ve hatin kirîn û li ber avahiya HDP'ê hatin rûniştandin, li ser pereyên ji dewletê distînin bi hev ketin.

Kesên ku li ber avahiya HDP'ê ya Colemêrgê hatine rûniştandin li ser meseleya 'kî çiqas pereyî ji dewletê distîne' bi hev ketin.

Kesên ku her hefte ber bi avahiyên HDP'ê yên li Amed, Wan û Colemêrgê têne dehfdan û lê têne rûniştandin, tê zanîn ku ji bo vê yekê pere ji dewletê distînin, her wiha hinek ji wan mehaneyan werdigirin. Her wiha eşkere bû piraniya kesên li ber avahiya HDP'ê ya Colemêrgê hatine rûniştandin ne ji Colemêrgê ne û zarokên wan jî ne li çiyê ne. Çalakiyên ku li Colemêrgê û navçeyên wê li HDP'ê û xelkê Colemêrgê yê welatparêz qedexe ne, li van kesan serbest e. Ev kesên han carna bi kevir û ço êrîşî avahiya HDP'ê û şêniyên herêmê jî dikin.

BI HEV KETIN

Ev kesên ku 10 hezar TL pere ji dewletê distînin, di dema çalakiya xwe de ya li ber avahiya HDP'ê li ser mijara 'kî çiqasî pereyî ji dewletê distîne' bi hev ketin.

Dikandarekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku wî şahidî ji vê pevçûnê re kiriye. Dikandar diyar kir ku mîna wî gelek dikandarên din jî şahidî ji vê re kirine û qala rewşê kir: "Me zanî bûn ku ev kes di berdêla pereyan de rezîl bûne. Dihate gotin ku mehane 10 hezar TL û zêdetir pere ji wan re tê dayin. Me ji devê van kesan bihîst ku ji dewletê pere distînin. Bêguman ev cihê şermê ye. Em bi pê diêşin, ji ber ku şeref û rûmeta xwe ji pereyan firotine. Ev mirovên ku xiyanet li gelê xwe kirine, wê sibe ji aliyê dewletê ve li naverastê bêne hiştin. Werin dest ji xiyaneta li gelê xwe berdin. Ev pere wê we û malbata we dilxweş neke."