Li Şengalê 4 çekdarên PDK'ê bi saxî hatin girtin
Li Şengalê, şerê ji ber êrîşa hêzên PDK'ê derket, dewam dike. Hat ragihandin, 4 çekdarên PDK'ê ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ'ê ve bi saxî hatine girtin.
Li Şengalê, şerê ji ber êrîşa hêzên PDK'ê derket, dewam dike. Hat ragihandin, 4 çekdarên PDK'ê ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ'ê ve bi saxî hatine girtin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şerê ji ber êrîşa komên çekdar ên PDK'ê li Şengalê dest pê kir, bi dijwarî dike. Hat ragihandin, 4 çekdarên PDK'ê ji aliyê şervanên YBŞ/YJŞ'ê ve bi saxî hatine girtin.
Li gorî agahiyan, di şer de şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest daye, 3 şervan jî birîndar bûne.
Lê belê li ser encama vî şerî hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Fermandarên YBŞ û YJŞ'ê dibêjin, êrîş ji aliyê PDK'ê ve hatiye destpêkirin û encama hevdîtina Barzanî-Erdogan a li Enqereyê ye.