Li Semsûrê HDP’iyan qeza kirin, 7 kes birîndar bûn

Li Semsûrê wesayîta ku endamên HDP’ê û di nava wan de parlementerê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim jî hebû, li wesayîta ku ji beramber dihat qelibî û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin HDP’iyan li Gundê Ormanîçî ya Semsûrê qezaya trafîkê kirin.

Wesayîta ku ajokarê wê parlementerê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim bû, li wesayîta ku ji hember ve dihat qelibî û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ev kes birîndar bîne; Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Semsûrê Zelîha Karinca, rêvebera bajêr Fahriye Akbaba, Endama Meclîsa Jinan Elîf Guven, Elçîn, Gulseren, Ecrîn û Ûras Şîmşek.

Her wiha hate gotin ku rewşa birîndaran ku bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê baş e.