Li Selmasê kolberek jiyana xwe ji destda
Li gorî agahiyên TMMK’ê duh kolberê ji bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînor ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên TMMK’ê duh kolberê ji bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê li ser sînor ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê (TMMK) li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku li gorî agahiyên gihiştinî destê wan duh li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberê bi navê Fehîm Mamedî li herêmên sînorî dema kolberî dikir, ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dide.
Li gorî agahiyên TMMK’ê Fehîm Mamedî xelkê gundê Qizilkendê ya girêdayî bajarê Selmasê ye. Mamedî 32 salî û bavê sê zarokan e.