Li şaredariyên desteserkirî endamên meclîsê yên HDP'î hatin astengkirin

Li şaredariyên Sûr, Cizîr û Hezexê ku hatine desteserkirin, nehiştin ku endamên meclîsê yên HDP'î tevlî civînan bibin.

Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr di 21'ê Kanûna 2019'an de hatin destgîrkirin û piştre şaredarî hate desteserkirin, qeymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî jî weke qeyûm hate tayînkirin. Endamên meclîsa Şaredariya Sûrê yên HDP'î ji bo tevlî civîna meha Çileyê bibin îro çûn avahiya şaredariyê. Endamên meclîsê piştî kontrolê ketin hundirê avahiyê û derbasî salona civînê bûn. Endamên meclîsê yên demekê li salonê rûniştin nivîsek di 21'ê Kanûnê de hatiye nivîsandin radestî wan hate kirin.

Di nivîsê de ya bi îmzeya qeyûm hate gotin, erk û wezîfeya Meclîsa Şaredariyê, Encûmen û Komîsyonan radestî endamên Encûmenê hatine kirin. Hate hînbûn ku ev biryar li dijî qanûnê ye.

Endamên HDP'î yên meclîsên şaredariyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê jî xwestin tevlî civînên meclîsên şaredariyan ên asayî bibin. Lê belê li astengiya polîsên Tirk rast hatin.