Li şaredariya desteserkirî skandala bertîlê

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, wê 40 ajokar tevlî kar bihatina kirin, lê belê ji ber skandala bertîlê ev yek nehate kirin.

Yek ji Şaredariyên DBP'yî yên ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatine desteserkirin, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ye. Skandalên li vê şaredariya desteserkirî naqedin.

Serokatiya Daîreya Ragihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê wê 40 ajokar tevlî kar bikira, lê belê ji ber îdîayên "bertîlê" ev yek nehate kirin. Piştî rûdana skandala bertîlê Serokê Daîreya Xizmetên Malî Îslam Bayram ji wezîfeyê hate girtin û Nîhat Arpa li şûna wî hate bicihkirin. Navê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê AKP'yî Fazil Tamer û Serokê Daîreya Ragihandinê Kemal Mescîoglû jî di nava skandalê de derbas dibin.

Di dema Şaredariya DBP'yî de, ji bo hêsankirina trafîkê gelek karên serketî hatibû kirin û pirsgirêka trafîkê çareser bûbû. Bi taybetî, bi Otobusên Gel şêniyên Wanê bi hêsanî diçûn û dihatin. Lê belê piştî ku qeyûm dest danî ser rêveberiya şaredariyê, pirsgirêk ji nû ve der bûn. Piraniya personelên şaredariyê ji kar hatin derxistin û ji ber kêmbûna ajokaran pirsgirêk girantir bûn.

WALÎ HEWL DIDE BÛYERÊ BINIXUMÎNE!

Walîtiya Tirk a li Wanê ku hewl dide Otobusên Gel ên li Erdîşê jî bîmen Wanê, xetên mînîbusan ên Erdîşê pêşkêşî alîgirên AKP'ê kir. AKP û Şaredariya ku desteser kir, ji bo feydeyeke zêde jê bibînin, mafê ragihandinê yê gel jê girtin. Ji ber ku di vir de bi ser neketin, vê carê jî biryar dan ku ajokaran tevlî kar bikin.

Lê belên komek ji rêveberên AKP'yî û rayedarên şaredariyê yên AKP'yî di dema tevlîkirina kar de 15 heta 25 hezar TL bertîl ji ajokaran xwestin.

Ji ber ku gazin hatin kirin bûyer hate bihîstin û karê wergirtina ajokaran hate rawestandin. Hate ragihandin ku Walîtiya Tirk a li Wanê wê bi xwe vî karî bide kirin. Waliyê ku li ser skandala bertîlê gilî nekiriye, hewl dide bûyerê binixumîne.