Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din jiyana xwe ji dest da

Kolberekî ciwan doh ji cihekî bilind ê li Hewramanê yê Rojhilatê Kurdistanê kete xwarê. Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê ji ber giraniya birîna wî jiyana xwe ji dest da.

Kolberê 31 salî Seywan Sêyfî yê ji gundê Yojnan a Sawlava yê girêdayî Hewraman a ser bi bajarê Sine doh ji cihekî bilind ê li Hewramanê ket xwarê û ji ber vê yekê bi giranî birîndar bû.

Ji ber ku cihê lê birîndar bû pir asê bû, hêzên alîkariyê bi rêya helîkopterê xwe gihandin wî û ew rakirin nexweşxaneya Koser a bajarê Sine.

Seywan Sêyfî ji ber giranbûna birînan piştî çend saetan li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hêjayê gotinê ye ku ji ber krîza aborî li Rojhilatê Kurdistanê welatî mecbûrî kolberiyê hatine kirin.

Salane bi dehan kolber ji ber êrişa pasdarên rejîma Îranê û bûyerên bi wî rengî jiyana xwe ji dest didin.