Li Rojhilatê Kurdistanê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin

Îro bi mebesta xwedîderketina çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê, 17 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê weke sembolîk ji bo rojekê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî yên girtîgeha Ûrmiyê bi armanca xwedîderketin û piştgirîdayîna berxwedêrên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, îro weke sembolîk ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên siyasî yên girtîgeha Ûrmiyê Îbrahîm Îsabûr, Şakir Bêhrûz, Şehram Kazimiyan, Kamiran Kemanî, Kêywan Mukerem, Ehmed Temûyî, Hatem Ozdemîr, Elî Ehmed Silêman, Mehdî Sanêi Ferşî, Xenî Derwîşî, Mistefa Sebzî, Sabir Kemanî, Ferhad Nûrî, Nayib Hacîpûr, Sefer Nûrî, Mihemed Sêlehşûr û Fîrûz Mûsalû ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtiyên siyasî yên doza PKK û PAJK’ê yên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û her wiha dawî li binpêkirinên mafên girtiyan ji 27’ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Çalakiya wan îro di roja 51’an de ye.