Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Jîna Emînî greveke giştî dest pê kir

Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye hefteya borî jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ji aliyê ‘Polîsên exlaq’ hatibû qetilkirin. Ji bo protestokirina qetilkirian Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî hate destpêkirin.

Beşek ji partî û rêxistinên sivîl, aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê kiribûn ku li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin greva giştî pêk were.

Di vê çarçoveyê de, Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li gel şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bang li tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiribû ku roja Duşemê (19’ê Îlonê) li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê faşîzma Îranê ve bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî û Şehîd namirin” tevlî greva giştî bibin.

Her wiha partiyên di nava ‘Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê’, Rêxistina Kurdistanê ya Hizba Komîsta Îranê- Komele û hinek partî û rêxistinên û aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang jî li welatiyên Kurd kiribûn ku li djiî qetilkirina Jîna Emînî tevlî greva giştî ya seranserî Rojhilatê Kurdistanê bibin.

Li ser banga partiyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî derketine, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê, Seqiz, Sine, Şino, Bukan û Baneyê greva giştî ya welatiyan dest pê kiriye. Li gorî dîmenan li van bajaran welatiyan dikanên xwe venekirine û neçûne ser kar.