Li Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa nîjadperestan de du Kurd hatin kuştin

Hate zanîn ku li bajarê Neqede ya girêdayî bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê komekî Azerî êrîşî Kurdan kiriye û di encamê de 2 Kurd hatine kuştin.

Îro beriya nîvro di saet 10:30’an de kesekî Azerî li kolana Pîranşarê ya bajarê Neqede yê parêzgeha Ûrmiyê bi kêrê êrîşê çend ciwanên Kurd kiriye. Di vê êrîşê de ciwanê Kurd yê bi navê Wurya Êbrahîmî tê qetilkirin. Li gorî agahiyan êrîşkar û kujerê Azerî beriya wê li taxa Dadgahê êrîşî çend ciwanên din ên Kurd kiribû, hate gotin ku kujer êrîşî ciwanê bi navê Yûnis Qadirî kiriye ku bi navbeynakariya gel rû bi rû maye.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê tên cihê bûyerê. Dema Kurdên li Neqedê dijîn bi bihîstina vê êrîşa nijadperestî diçin cihê êrişê, li wir kujer bi alîkariya hêzên ewlekariyê siwarê ambûlansê dibe û ji wê derê direve. Piştre komek qerebalix yê Azerî ku di destê wan de çek hene, gefan li şêniyên Kurd ên bajêr dixwin. Her wiha berdewam dirûşmeya nijadperestî ya ‘Bu topraxtan pay olmaz, Sûldûz Kurdistan olmaz’ (Ji vê axê para we nabe, Sûldûz nabe Kurdistan) diqêrin.

Piştî demekê ku alozî her ku diçû kûr dibû, hêzên ewlekariyê yên bajêr û yên ji derveyî bajêr ku rejîma Îranê ji bo destwerdanê anîbûn, gule li sivîlan reşandin, di encama wê gulebaranê de Kurdê bi navê Mihemed hate kuştin. Li gorî agahiyan tê gotin ku hêzên ewlekariyê midaxeleyê koma nijadperest nekirine û tenê êrîş birine ser Kurdan.

Di nava agahiyên ku tên parvekirin de hate gotin ku hê jî aloziya li navçeyê didome.