Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanek hat qetilkirin

Hat ragihandin ku ciwanekê xelkê Kirmaşanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ciwanekê Kurd (28) yê xelkê Kirmaşanê bûye armanca guleyên hêzên rejîma Îranê û di encamê de hatiye qetilkirin.

Ciwanê Kurd ê navê wî Muhsên Îbrahîmî ye, li ser pira Gîşa ya bajarê Tehranê, dema ku hêzên rejîma Îranê xwestine wî destgîr bikin, gule li Îbrahîmî reşandine û ew qetil kirine.

Hêjayê gotinê ye ku di demên dawî de dîsa qetilkirina welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê zêde bûye.