Li Rojhilatê Kurdistanê 4 jin hatin girtin

Ji 50 kesên li gundê Cilîze yê Îlamê hatin binçavkirin 4 jin hatin girtin. Her çar jin şandin Girtîgeha Navendî ya Îlamê.

Hêzên rejîma Îranê, hefteya bihurî avêtibûn ser gundê Cilîze yê li Deşta Ebadî ya li wîlayeta Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê û 50 kes binçav kiribûn.

Ji wan welatiyên hatin desteserkirin hinek bi kefaletê hatin berdan. Yên din jî ku hê desteserkirî ne, ji wan jinên bi navê Terfeye Cilîzî, Hesene Cilîzî, Hemîde Serhî Cilîzî û Hemîde Cebawî şandin Girtîgeha Navendî ya Îlam.

Hêzên Îranê bi hinceta zeviyên gund ên Şîrketa Êtka ne êrîşî gund kirin. Lê bi salan e xelkê gund di wan zeviyan de dixebitin.

Welatiyên gund dibêjin niha dixwazin zeviyên wan dagir bikin, ji ber vê yekê bi hêzên leşkerî êrîşî wan kirine.