Li Rojhilat 3 welatî hatin destgîrkirin

Hate fêrbûn ku li bajarên Seqiz 1 û li bajarê Bane 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatin destgîrkirin. Derbarê aqubeta wan agahiyek tine ye.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) têkildarê destgîrkirina 3 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî agahî da.

Li gorî KMMK’ê duh êvarê çalakvanekê sendîkaya karkeran ê bi navê Osman Îsmaîlî ku ji bajarê Seqizê ye ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatiye destgîrkirin.

Her wiha hatiye gotin ku roja Sêşemiyê jî li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jî welatiyên bi navê Eta Ferecî û Dana Ferecî (20) ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatine destgîrkirin.

KMMK’ê têkildarê wan destgîrkirinan diyar kiriye ku her sê bûyerên destgîrkirinê bêyî destûra dozgeriyê hebe û bêyî ku sedemê destgîrkirinan were diyarkirin pêk hatine. Her wiha nayê zanîn bê ka her sê welatî li kû derê tên ragirtin û heya niha ti agahiyek ji aqubeta wan nayê zanîn.