Li Rojava û Mexmûrê li ser gorên şehîdên mûm hatin pêxistin

Bi sedan kesên ku li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mexmûrê çûn serdana gorên şehîdan û li ser gorên wan mûm pêxistin.

Bi boneya Cejna Qurbanê li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel herikîn Goristanên Şehîdan. Hemû Goristanên Şehîdan ên li kanton û navçeyên Qamişlo û Hesekê ji hatina gel tije bû. Xizmên şehîdan ên ku li ser gorên şehîdan dua xwendin, bi vêxistina mûm li ser gorên wan, şehîd bibîr anîn.

Li Helebê jî gel ji bo bîranîna şehîdan berê xwe da Goristana Şehîdan. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin. Di Cejna Qurbanê li Goristana Şehîdan a Minbicê de jî Şehîd nehatin jibîrkirin.

Kesên ku ber bi Goristanên Şehîdan ve herikîn soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.

LI MEXMÛRÊ JÎ SEREDANA GORÊN ŞEHÎDAN PÊK HAT

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) girseya gel bi boneya Cejna Qurbanê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bû û bi meşaleyan ber bi gorên şehîdan ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Sadiq Heştanî axaftinek kir. Heştanî got, “Em dixwazin ev cejn bibe wesîleya serketin, biratî û azadiya Rêber Apo û Kurdistanê. Em şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin, Cejna Qurbanê li hemû şêniyên kampê pîroz dikin.”

Piştî axaftinê mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.