Li Rihayê du kes hatin girtin

Li Wêranşar a Rihayê 4 kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin. Ji kesên hatine destgîrkirin du kes hatin girtin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de Muxtarê Taxa Gede Duduya Dervîş Artiran ê ku bi fermana Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk ji peywirê hatibû girtin jî dinav de 4 kes hatibûn destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin piştî îfadeyê îro sewqî dadgehê hatin kirin.

BI ÎDÎAYA PROPAGANDAYÊ HATIN GIRTIN

Dozger piştî lêpirsînê her çar kes ji bo girtinê sewqî dadgehê girtin. Dadgehê Muxtar Devrîş Artiran û Hatîp Donmez bi şertê kontrola edlî berda, Mahmût Vûral û Feyyaz Yûmrû bi îdîaya ‘propagadaya rêxistinê kirine’ girt.