Li Rihayê cînayeta kar: Elektrîkê bi karkerekî girt

Li Rihayê elektrîkê bi karkerê bi navê Halîl Erdîl girt. Erdîl jiyana xwe ji dest da.

Li Herêma Sanayiyê ya Organîze ya 1’emîn a Rihayê elektrîkê bi karkerê bi navê Halîl Erdîl (44) da. Erdîl jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin avahiya ku Erdîl lê dixebitî qaçax e û xebatkarên DEDAŞ’ê jî diyar kirin ku qedexe ye ku avahî di binê xeta elektrîkê were lêkirin. Cenazeyê Erdîl ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.

Xizmên Erdîl hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Erdîl ji ber îxmalê jiyana xwe ji dest daye. Xizmên Erdîl bal kişandin ser vî tiştî ku fabrîke bêyî ewlehiya kar xebatkaran dide xebitandin, derbarê bûyerê kesî agahî nedane wan û ew nikarin xwe bigihînin dozger.