Li Rihayê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Xelfetiyê, duh danê sibehê 5 kes hatine binçavkirin.
Li navçeya Xelfetiyê, duh danê sibehê 5 kes hatine binçavkirin.
Li taxa Dergîlî ya navçeya Xelfetî ya Rihayê, polîsên Tirk duh danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de Ekrem Erdîl, Huseyîn Erdîl, Muslum Kahraman, Abdullah Kahraman û Mehmet Ok hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, her pênc kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatine binçavkirin û ew birina Şaxê TEM a Rihayê.