Li Riha û Wanê binçavkirin û girtin
Di operayonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP’ê de, li Rihayê 11 kes hatin girtin û li Wanê jî 11 kes hatin binçavkirin.
Di operayonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP û DBP’ê de, li Rihayê 11 kes hatin girtin û li Wanê jî 11 kes hatin binçavkirin.
RIHA
Li navçeya Wêranşar a Rihayê di encama serdegirtina malan a 23’yê Çileyê de 11 kes hatibûn binçavkirin, duh derxistibûn dadgehê û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Welatiyên bi navê Salih Înan, Celal Înan, Fevzî Guneş, Yaşar Guneş, Mûrat Esmeray û 6 kesên ku navê wan nehat zanîn piştî li midûryeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin, sewqî dozgeriyê hatin kirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 11 kesên bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin.
WAN
Li taxên Albayrak û Ûgûrlû yên Elbaka Wanê polîsan bi ser malan de girtin. Piştî lêgerina malan 10 kesên di nava wan de keyeyên taxan jî hene bi îdîaya “Alîkarî dane rêzxistinê” hatin binçavkirin. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.
Avakara Komeleya Jinên Wanê (VAKAD) a bi BHQ’ê de hat girtin, aktîvîsta femînîst Zozan Ozgokçe duh di saetên şevê de hat binçavkirin.